Li Erzeromê dema xwendevan ji dibistanê derdiketin, hev perçixandin: 21 birîndar
30 cotmeh 2025 23:31
PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê li navça Yakutiye li dibistana bi navê Gazi Ahmet Muhtar Paşa Ortaokulu de, dema xwendevan ji dibistanê derdiketin, bi sedema îzdîhamê 21 xwendevan birîndar bûn.
Li ser birîndarbûna xwendevanan, tîmên tenduristiyê bi ambûlansan zarokan birin nexweşxanê û ji birîndaran 15 heb dermankirina wan temam bû û çûn malên xwe. Dermankirina 6 xwendevanan dewam dike. Weliyên zarokan dibêjin ji ber kontroleka baş nehatiye kirin zarok hev perçixandine.
Îzdîhama li dibistanê bi taybetî li ser derenca çêbûye. Xwendevanên ketine erdê, hevalên wan pêl wan kirine û lewra ew çend birîndarî qewimiye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Erzeromê bi sedema lehî û heyelanê rêya Senkara-Göle hat girtin
10 trm 2021
Jiyan
Kesên çekdar avêtin ser dibistanê û 20 xwendevan revandin
23 îln 2023
Jiyan
Îran li dibistanê keçikan jehrê dide xwendevanan
05 adr 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin