Li erdheja Îranê 133 birîndar
03 gulan 2018 03:31
PeyamaKurd - Li Kehgîloye û Bûyer Ehmeda Îranê di erdheja bi şiddeta 5.2an çêbû de 133 kes birîndar bûn.
Li gor ajansa Îranê ya nîvfermî Tesnîmê li bajarê Yasûca eyaleta Kehgîloye û Bûyer Ehmed di erdheja îro rûda de 30 jê bi giranî 133 kes birîndar bûn.
Mudirê Navenda Dadresiya Pizîşkî ya Kehgîloye û Ehmed Celal Pûranferd, bo Tesnîmê diyar kir ku 133 kes birîndar hene û nêzîkî 100 kesî jî ji aliyê tîmên dadresiyê li ser piyan hatine dermankirin.
Herwiha got halê hazir li herêmê rewşa alarma zer hatiye ragihandin.
Di Mijdara 2017an de li bajarê Kirmanşan yê Kurdistana Rojhilatê erdhej çêbûbû û 537 kes miribûn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Encama erdheja li Myanmarê: 1644 mirî û 3408 birîndar
29 adr 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin