Li Efrînê teqîn: 2 çekdarên El Hemzat hatin kustin

05 tîrmeh 2020 14:55
Li Efrînê teqîn: 2 çekdarên El Hemzat hatin kustin

PeyamaKurd – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, îro danê sibê teqînek çêbû.

Li gorî zanyariyan teqîn li taxa Mehmûdiye çêbûye ku baregeha koma çekdarên bi ser Tirkiyê ve El Hemzat bûye armanc.

Li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de, 2 çekdarên koma El Hemzat hatine kuştin û hejmarek jî birîndar hene.