Li Efrînê ji aliyê komên çekdar ve 16 welatiyên Kurd hatin revandin
12 berfanbar 2020 16:00
PeyamaKurd – Li Efrînê ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve, 16 welatiyên Kurd hatin revandin.
Li gor daxuyaniyê Rewangeha Sûriye ya Mafên Mirova belav kiriye, komên çekdar li bajarê Efrînê navçeya Şêrewa ser bi gundê Beiyeyê de girtin û 10 welatî revandin.
Rewangeh diyar dike, sedema revandina wan nayê zanîn. Cihê ku welatiyên Kurd birine jî, ne diyar e.
Herwiha komên çekdar li gundê Fafirtên yê ser bi Şêrawa ve jineke kurd revandine û sedema wê jî nayê zanîn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Komên çekdar li Siwêdayê êrîsî hêzên Durziyan kirin
14 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin