Li Efrînê grûbên çekdar dest danîn ser 40 hezar donum erdê Kurdan
17 nîsan 2021 21:41
PeyamaKurd – Grûbên çekdar li Efrînê li gundê Şiyê dest danîn ser 40 heza donum erdê Kurdan. Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê ragihand ku grûba di bin serokatiya Muhammed El Casim de ya bi navê Sultan Süleyman li Efrînê xebata xwe ya Erebkirinê dewam dikin. Di beyanê de hat gotin ku di encama siyaseta Erebkirinê de li navçeya Şiyê dest danîne ser 40 hezar donumî.
Rêxistina Mafê Mirovan her weha got ku heman grûb “belgeya peymana bexşandinê” bi xwediyên erdan dane îmzekirin.
Efrîn di 18 adara 2018 an de ji aliyê Tirkiyê û grûbên bi desteka Tirkiyê de hatibû dagirkirin û heya niha li dora 7 hezar kes tê de hatine revandin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Efrînê çekdarên girêdayî Tirkiyê dest danîn ser 4 dikanên welatiyekî
24 adr 2021
Jiyan
Grûbên çekdar yên Myanmarê devera Laukkaingê xistin destê xwe
06 rbn 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin