Li Efrînê çekdarên girêdayî Tirkiyê dest bi birîna darên zeytûnan kirin
30 mijdar 2020 15:31
PeyamaKurd – Li Efrînê çekdarên girêdayî Tirkiyê, dest bi birîna darên zeytûnan kirin û metirsiya birîna 4 hezar darên zeytûnan li nahiya Reco ya Efrînê heye.
Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ragihand, roja Yekşemê çekdarên koma bi navê Feyleq el Şam, êrîşî bajarokê Meydan Ekbis kirin û mebesta wan çekdaran, rê li ber cotkaran bigirin û nehêlin biçin nav zeviyên xwe.
Herwiha zanyariyên ji Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê diyar dike, heta êvara derbasbûyî, birrîna daran ji aliyê çekdaran ve li wê deverê berdewam bûye.
Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, ji Adara 2018an ve di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê de ye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Efrînê çekdarên girêdayî Tirkiyê dest danîn ser 4 dikanên welatiyekî
24 adr 2021
Cîhan
Di êrîsa çekdarên girêdayî Tirkiyê de 3 koçberên Efrînê birîndar bûn
18 rbn 2024
Jiyan
Li Minbicê serê HSD û komên çekdarên girêdayî Tirkiyê dest pê kir
14 cot 2019
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin