Li Efrînê çekdaran 2 kêçên Kurd girtin

15 tebax 2018 03:35
Li Efrînê çekdaran 2 kêçên Kurd girtin

PeyamaKurd - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, polîsên serbazî yên ser bi îdareya ku Tirkiyê û opozisyona Sûriyê pêk anîne, du keçên Kurd girtine.

Li gorî çavkaniyên xwecihî yên ji bajarê Efrînê, roja Yekşemê, bi navê polîsên leşkerî ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatine damezrandin avêtine ser mala welatiyê bi navê Ebdilrehman Nasan li Taxa el-Zêdiyê.

Çavkaniyan dan xuyakirin, ku di wê serdegirtinê de, du keçên Ebdilrehman Nasan ji aliyê hêzên polîsê leşkerî yê îdareya niha ya Efrînê ve hatine girtin.

Heman çavkaniyan dane zanîn, ku heta niha sedema girtina her du keçan û tometa li ser wan jî nehatiye eşkerekirin.