Li Efrîn û Raîyê bi coteteqînan navendên OSOyê hatin teqandin

03 îlon 2019 19:03
Li Efrîn û Raîyê bi coteteqînan navendên OSOyê hatin teqandin

PeyamaKurd – Li Efrîn û Raîyê ku di bin kontrola artêşa Tirkiye û komên opozîsyona Sûriyê yên piştevaniya wan dike de ye, li pey hev çend teqînan rû da.

Hat ragihandin ku fermandarê pilebilind ê Artêşa Azad (OSO) Ebu Basil di encama teqînan de bi xedarî birîndar bûye.

Li gorî çavkaniyên herêmê, teqîna ewil li bajarê Raî yê hevsînorê Tirkiyê li nêzîkî baregeha Ahrar El Şerqê rû daye. Hîn derbarê windayên canî yên wê teqînê de agahî nehatine belavkirin.

Teqîneke din jî li nêzîkî navenda Ceyşul Îslam a li Efrînê rû da ku wesayîteke bombebarkirî li ber navenda fermandariya Ceyşul Îslamê hat teqandin.

Hat ragihandin ku di wê teqînê de, kesekî can daye û 8 kes jî birîndar bûne. Hat zanîn ku fermandarê wê koma çekdar bi navê Ebu Basil bi xedarî di encama wê teqînê de birîndar bûye û bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.