Li Duhokê zilamekî 53 salî û zarokek bi koronayê ketin

31 gulan 2020 22:20
Li Duhokê zilamekî 53 salî û zarokek bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku li parêzgeha Duhokê du haletên nû yên vîrusa nû ya koronayê Covid-19 hatin tomarkirin.

Wezareta Tendirustiyê îro Yekşemê bi daxuyaniyekê eşkere kir, di berdewamiya pişkinînên ji bo dîtina nexweşên koronayê de, du haletên nû yên pêketina bi vê nexweşiyê li Duhokê hatin tomarkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku yek ji pêketiyan zilamekî 53 salî ye û yek jî zarokeke keç a 11 salî ye.

Wezareta Tendirustiyê da zanîn, zilamê ku bi koronayê ketiye niştecihê navenda bajarê Duhokê ye û keça 11 salî jî niştecihê qezaya Sêmêlê ya girêdayî parêzgeha Duhokê ye.

Li Herêma Kurdistanê di nav çend rojên dawî de hejmara pêketiyên vîrusa koronayê ji nû ve zêde dibe ku 120 kesên din di rojên dawî de bi vîrusê ketine.