Li Duhokê teqînek çêbû: 4 kesan can dan û 26 kes jî birîndar bûn
22 mijdar 2022 13:39
PeyamaKurd – Li bajarê Duhokê di encama teqîna tanka gazê ya firinekê de, 4 kesan can dan û 26 kes jî birîndar bûn.
Li gor Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî diyar kir: “Mixabin ji ber teqîna firin û avahiya beşa navxwe ya li bajarê Duhokê, tîmên hawarçûna bilez û hejmara 122 yên Tendirustiya Duhokê berdewam in di wergirtin û veguhestina birîndaran bo nexweşxaneyan de.”
Herwiha Dr. Saman Berzincî da zanîn: “Li gor amarên destpêkê yên Tendirustiya Duhokê, heta niha 4 kesan can dane û 26 birîndar rakirine nexweşxaneyê ku beşek ji wan rewşa tendirustiya wan xerab e û pêşbîniya hebûna birîndarên din tê kirin.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Silêmaniye | Teqîneke mezin çêbû: Zêdetirî 10 kesan birîndar bûn
12 gln 2022
Cîhan
Li bendera Kocaelî ya Tirkiyê teqîneke mezin çêbû: Gelek birîndar hene
07 tbx 2023
Jiyan
Li bajarê Berlin a Almanya teqînekî çêbû: 2 polîs birîndar bûn
03 rbn 2025
Jiyan
Li bajarokê Sehriyar ê Îranê teqînek çêbû: 8 kesan can dan
15 hzr 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin