Li Diyarbekirê sûstina mersan û otomobîlan hate qedexe kirin
PeyamaKurd - Di werza havînê de, ji ber kêmbûna avê li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, şûştina merşan û otomobîlan hate qedexe kirin.
îdareya Av û Loxeran a Diyarbekirê (DİSKİ) ji ber kêmbûna avê di demên dawî de, tedbîrên xwe zêde dike û herî dawî jî ji bo pêşiya serfa zêda ya avê bigire biryareke nû der kir.
DÎSKÎyê ragihand ku ji bo pêşiya qutbûna ava vexwarinê bigirin wan biryar daye, ji 1ê Tebaxê heta 31ê Tebaxê şûntina ber dikanan, hewşan bê qedexe kirin.
Herwiha DÎSKÎ biryareke nû jî der kir û ji 8ê Tebaxê heta 12ê mehê ji bo 5 rojan şûştina otomobîlan û heta 10ê mehê jî şûştina merşan qedexe kir.
Hate diyarkirin ku dê tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Dîyarbekirê kesên li gorî wan rênimayan tevnegerin li gorî madeya yasayê bi 295 lîreyan ceza bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin