Li Diyarbekirê di operasyona li hember DAISê de 9 kes hatin girtin
PeyamaKurd - Birêveberiya Ewlekariyê ya Diyarbekirê, berî Cejna Qurbanê dest bi operasyonek li hember DAIŞê kir.
Li gor ragihandina ji Birêveberiya Ewlekariyê ya Diyarbekirê, ‘‘ Li Diyarbekirê, agahiya kesên amadehiya çalakiyan di Cejna Qurbanê de li ser navê rêxistina terore DAIŞê wê bikin hat bi dest xistin. Di çarçoveya wê de, kesên hatin tespîtkirin bi navên Ö.A. M.C. R.D. M.C. B.A. Ş.A. M.A. H.G. û H.H. 9 kesên gumanbar hatin girtin.’’
Herwiha, di girtina ser malên wan kesên gumanbar de; demançeyek bê rûhsat, 47 gule, tivingek nêçîrê ya bê rûhsat, 40 guleyên tivinga nêçîrê, kêrek û gelek dokumentên dîjîtal 3u rêxistinî hat bi dest xistin.
Li gor Rêveberiya Ewlekariyê ya Diyarbekirê, operasyonên li hember DAIŞê berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin