Li Diyarbekirê di avahiya 25 qatî de sewat derket: Kesek mir, 14 jî birîndar bûn
12 hezîran 2022 14:03
PeyamaKurd – Şevê din di avahiyeke 25 qatî ya li navenda bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê şewat derket.
Hat zanîn ku agir bi daîreya qata 20an a avahiya bi navê A Plus ketiye û kesekî ji ber duxanê bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest daye. Herwiha şewatê bandor li 50 kesên din jî kiriye û 14 kesên birîndar bûne jî bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.
Piştî destwerdana tîmên hawarçûnê agir hatiye kontrolkirin û 14 kesên birîndar bûbûn bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin.
Derbarê sedema şewatê de, ti agahî nehatin belavkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Farqîna Diyarbekirê sewat derket
23 trm 2024
Cîhan
Li Diyarbekirê di dikaneke de sewat derket
22 hzr 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin