Li Diyarbekir nexseya Kovid-19 ê sor bû û nexwesîn 5 car zêdetir bû

06 sibat 2022 05:14
Li Diyarbekir nexseya Kovid-19 ê sor bû û nexwesîn 5 car zêdetir bû

PeyamaKurd – Li ser nexşeya wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê (HES) rewşa Diyarbekir bi rengê sor hat nîşandan û jimarên nexweşan yên Kovid-19 ê 5 car zêdetir bû. Li ser zêdebûna nexweşînê pisporê nexweşînên hundir û hem onkolog Dr. Halis Yerlikaya weha ragihand:

“Li bajêr em bi zêdebûneka 5 car li yên berê rû bi rû ne. Nisbeta testên posîtîv gihaye %60 î. Jimara nexweşên rojane gihaye 3 hezar kesî.”

Divê hemwelatî li gor vê agahiyê tevbigerin û tedbîran ji dest bernedin.