Li Diyarbekirê dema operasyonê bombeyeke vedayî hate dîtin
17 tîrmeh 2024 22:39
PeyamaKurd - Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku li navçeya Hênê ya Diyarbekirê di dema operasyoneke leşkerî de li kêleka rêya hatûçûnê bombeyek destçêkirî ya vedayî hate dîtin.
Hate diyarkirin ku hêzên ewlekariyê ew bombe pûç kirine.
Parêzgeriya Diyarbekirê di daxuyaniyeke nivîskî de da zanîn, li Taxa Topçular a navçeya Hênê ya Diyarbekirê di dema lidarxistina operasyoneke leşkerî de, Hêzên Cendedmeyên Licê û Hêzên Cendermeyên Hênê bombeyeke bi destan hatiye çêkirin li kêleka rêya hatûçûnê dîtine û ew bombe pûç kirine.
Parêzgeriyê da xuyakirin, bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Hênê daneyên li ser bombeya hatiye bidestxistin ji bo lêkolînê hatine hilanîn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Xarpêtê di dema operasyonê de polîsekî birîndar bû
11 mjd 2024
Jiyan
Kolana Diyarbekirê ya bi navê 'Sêx Seîd' bû sedema hêrsbûna Ûmît Ozdag!
07 brf 2023
Jiyan
Bombeyeke vedayî bi hêzên Hesda Seibî de teqiya: Birîndar hene
09 nsn 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin