Li dijî Tirkiyê xwepêsandan hat kirin 

13 berfanbar 2020 01:04
Li dijî Tirkiyê xwepêsandan hat kirin 

PeyamaKurd – Bi sedema ku serokkomarê Tirkiyê Reecep Tayip Erdoğan li Baku ya Azerbeycana Bakûr di merasimê de helbestekî ji helbestvanê Azerî xwendibû di eleyhiya Tirkiyê de xwepêşandan hat kirin.

Xwepêşandanekî li bajarê Tebrîzê ku navenda Azerbeycana Îranê ye, li ber konsulxaneya Tirkiyê hat kirin. Li tebrîzê pankartên ku li ser wan “Azerbeycana Xazî ji Hemaney venaqete” , “Têkiliyên Erdoğan û Îsraîlê bila pîroz be” û “Tirk-Fars-Azerî leşkerên Îmam Huseynî” nivîsandî bûn hatin bilind kirin û li dijî Îsraîlê xwepêşandan kirin.

Goya li ser hişyarîdayîna polîsên Îranê xwepêşandêr ji hev belav bûne.