Di operasyona li ser şaredariyê de 49 kes hatin binçavkirin

24 nîsan 2026 11:09

Di lêpirsîna li ser Şaredariya Xelfetî ya ser bi Rihayê de ji 51 gumanbaran 49 kes – ku 28 ji wan karbidestên giştî ne – hatin binçavkirin.

Di operasyona li ser şaredariyê de 49 kes hatin binçavkirin

RûpelNews - Rêveberiya Giştî yê Ewlekariya Tirkiyeyê, derbarê bûyerê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev agahî parve kirin:  "Wekî beşek ji lêpirsînên ku ji aliyê Midûriyeta Polîsên me ya Parêzgehê ya Şanliurfayê ve, di bin koordînasyona Serdozgeriya Giştî ya Birecikê de, li ser sûcên damezrandina rêxistinekê bi mebesta pêkanîna sûcan û astengkirina cîbicîkirina peywiran; Derbarê gendeliyên ku li Şaredariya Halfetiyê hatine tespîtkirin; li dû lêpirsînên ku li gorî rapora lêpirsîna pêşîn a ji aliyê Lijneya Çavdêriya Xizmeta Sivîl a Wezareta Karên Navxweyî, analîzên MASAKê û raporên Lijneya Çavdêriya Bacê ve hatine amadekirin, li dijî bi giştî 51 gumanbaran, ku 28 ji wan karbidestên giştî ne, doz hatiye vekirin, û 49 kes hatine girtin û desteserkirin. Pêvajoyên yasayî yên derbarê bûyerê de ji gelek aliyan ve berdewam dikin."

Di dema rêveberiya qeyûmî de gendelî

Di operasyonê de, 47 kes bi îdiayên gendeliyê di îhaleyên dema qeyûmtiyê û rêveberiya paşê de, ku ji hilbijartinên herêmî yên 2019an heta 2024an didomiya, hatin binçavkirin.
Hate ragihandin ku di nav kesên hatine binçavkirin de şaredarê wê demê yê girêdayî AKP Partiyê Şeref Albayrak, cîgirên şaredar, endamên meclîsê, serokên beşan, endazyar û karmendên teknîkî hene.

Li şûna şaredarê DBPê bibû qeyûm

Şeref Albayrak, ku di sala 2016an de Qeymeqamê Xelfetiyê bû, piştî girtina şaredarê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Xelfetiyê, Mustafa Bayram, di heman salê de, wek qeymeqamê şaredariyê hat damezrandin.

Albayrak, ku di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de namzedê AK Partiyê bû, li hember Mehmet Karayilan ê namzetê DEM Partiyê winda kiribû.