Li dijî kustina kolberan çalakiya “na bo kustina kolberan” hat lidarxistin
PeyamaKurd – Li devera sînorî ya Tete li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, li dijî kuştina kolberan, çalakiya “na bo kuştina kolberan” hat lidarxistin.
Komek aktîvîstên sivîl û kolberên Rojhilatî, do li ser girê sînorî yê Tete li devera Hewraman ya Rojhilatê Kurdistanê ku nêzîkî bajarokê Sewlawa li parêzgeha Sine ye, civiyan û çalakiyeke watedar li dar xistin.
Kesên ku beşdarî wê çalakiyê bibûn, bi hildana pankardên ku li ser wan hatibû nivîsandin “na bo kuştina kolberan” û “na bo kolberiyê” nerazîbûna xwe li hember kuştina kolberan ji aliyê pasdarên Îranê ve nîşan dan.
Çalakvanan bang li tevahiya xelkê Rojhilat kirin, da ku li hember kuştina kolberan bêdeng nemînin.
Li gorî raport û agahiyên dezgehên mafên mirova, meha borî herî kêm 8 kolberên Rojhilatî ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin ku piraniya wan li girê Tete hatin kuştin, gelek kolber jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin