Li dijî kongreya CHPê operasyon: 13 kes desteser kirin
Di çarçoveya lêpirsîna ku piştî îdiayên "destwerdana li îradeya delegeyan" derbarê 38emîn Kongreya Asayî ya CHPê de hatibû destpêkirin, 13 kes hatin desteserkirin.
RûpelNews - Piştî biryara betalkirina Kongreya 38emîn a Asayî ya CHPê ji hêla dadgehê ve hat ragihandin, li heft bajaran di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Giştî ya Stenbolê de operasyon hatin lidarxistin û 13 kes hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Giştî ya Stenbolê îdia dikir ku li Kongreya 38emîn a Asayî ya CHPê destwerdan li niyeta dengdana delegeyan hatiye kirin, rişwet hatiye standin û li ser van tohmetan ev operasyonek pêk anî.
