Li dijî karwana berpirsên hikûmetê êrîsa bombeyî: 5 kustî, 11 birîndar
10 cotmeh 2021 21:26
PeyamaKurd - Li bajarê Edenê yê Yemenê, otomobîleke bombebarkirî li dijî karwana berpirsên hikûmetê hat teqandin.
Hat ragihandin ku îro 10ê Cotmehê li Yemenê, li devera Cewla Hicêfê ya bajarê Edenê karwaneke hikûmeta demkî ya Yemenê rastî êrîşeke bombeyî hat.
Li gor agahiyan, li dijî karwana parêzgerê Edenê “Ehmed Hamid Limlis” û wezîrê Samana Masiyan û Çandiniyê “Salim El-Siterî” otomobîleke bombebarkirî hat teqandin.
AFPê, ragihandiye ku her du berpirsên hikûmetê ji teqînê rizgar bûne, lê di teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 11 jî birîndar bûn.
Hîn ti aliyekî berpirsiya xwe ya wê êrîşê ranegihandiye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Iraq | Li dijî karwana hêzên Amerîkî êrîsa bombeyî
27 nsn 2021
Jiyan
Li Iraqê dijî karwana Hevpeymaniya Navdewletî êrîsa bombeyî
12 cot 2020
Cîhan
Ji berpirsên Iraqê berteka tund li dijî êrîsa ser Hewlêrê...
13 adr 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin