Li dijî Îranê tîma taybet hat avakirin
PeyamaKurd- Rêvebiriya Amerîkayê bo dorpêçên ser Îranê, siyaseta ser Îranê û hemleyên ku li hemberê Îranê ji yek navendekî bên îdarekirin, tîmeka taybet hat danîn. Bo serê tîma taybet, temsîlkarê taybet yê serokê Amerîkayê Brian Hook hat tayînkirin.
Qesra Sipî xebatê dike da nehêle Îran, petrola xwe bifroşe û aqara pereyên biyanî bibire ta krîza aborî di nava Îranê de derxe. Ragihandina avakirina tîma taybet ji aliyê wezîrê karên derve yê Amerîkayê ji aliyê Mike Pompeo de hat kirin.
Hook, di wezareta karên derve de, rêvebirê daîra plandanana siyasiye. Brian Hook di axaftina xwe de ragihand ku dorpêçên ser Îranê bo nehêlana desteka terore ye ya ji aliyê Îranê ve û weha dewam kir: “Barê berpirsiyariya guhertina kiryaran ya rejîma Îranê ye.”
Hook ji berê de, di dewra serokê Amerîkayê di dewra Bush de, di nava mijara Îranê de ye. Niha di hedefa Amerîka de heye ku heya 4 ê meha 11 an ya 2018an, temamê firotina petrola Îranê bo derve bide rawestandin

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin