Li dijî hikûmeta Iraqê xwepêsandan: Rêya Xaneqîn û Diyale hat girtin

20 cotmeh 2020 23:24
Li dijî hikûmeta Iraqê xwepêsandan: Rêya Xaneqîn û Diyale hat girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku xwepêşanderên ji ciwanên gundên sînorê Şarebanê pêk dihatin, ji ber nebûna xizmetên serekî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, îro 20ê Cotmehê rêya Xaneqîn – Diyalae girtin.

Li gorî zanyariyan, ciwanan û gundiyên sînorê Şareban ji ber sedema nebûna elektrîk û kêmbûna xizmetê û xirabûna rêyan, rêya Xaneqînê û bo qezaya Baqûbe ya navenda parêzgeha Diyala asê kirin ku ji parêzgerê Diyale xwestin pirsgirêkên wan bên çareserkirin.

Nûnerê xwepêşandanan Erkan Hemîd gotiye, “Xwepêşandan li dijî nebûna xizmetê ye li navçeyên rojhilatê Diyale û ji aliyê hikûmeta Iraqê ve.”