Li dijî baregeha Amerîkayê li Dêrezorê êrîsek pêk hat

06 berfanbar 2019 17:59
Li dijî baregeha Amerîkayê li Dêrezorê êrîsek pêk hat

PeyamaKurd- Çekdarên nenas li dijî baregeha Amerîkayê ya li Dêrezorê êrîşek pêk anîn.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê ragihand ku, çekdarên nenas êrişî baregeha Amerîkayê ya li Zeviya Emir li gundewarê Dêrezorê kirin û li wê derê di navbera wan çekdaran û hêzên êrişkar de şer derket.

Li gorî zanyariyan, ew êrîş di demekê de ye ku karwanekî leşkerî yê Amerîkî duh gihiştibû wê baregehê.

Rewangeha Mafê Miorvan a Sûriyê (SOHR) jî ragihandibû ku, Amerîkayê nêzîkî 25 barhilgirên leşkerî derbasî navçeyên di destê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) de kiribûn û ew karwan li Zeviya Emir a petrolê li gundewarê Dêrezorê hatibûn bicîkiribû.