Li Dihokê sifêr û pasevanek bi vîrusa koronayê ketin
22 gulan 2020 23:26
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, li parêzgeha Dihokê 2 kes bi vîrusa koronaya nû Covid-19 ketine ku ew jî ji Bexdayê vegeriyane Kurdistanê.
Wezareta Tenduristiyê Herêma Kurdistanê ragihand, li parêzgeha Dihokê 2 kes bi vîrusa korona ketine ku her du jî zilam in û yek ji wan 28 salî ye û rûniştvanê navçeya Akrê ye û pîşeya wî pasevan e. Kesê din jî şifêrekî 58 salî ye, rûniştvanê bajarê Hewlêrê ye.
Wezaretê da zanîn ku herdu tûşbûyên koronayê ji bajarê Bexdayê yê Iraqê vegeriyane Dihokê.
Bi van herdu pêketiyan re li Herêma Kurdistanê hejmara giştî ya tûşbûyên koronayê bû 454 kes, 385 kes heta niha baş bûne û 5 kes jî ji vê nexweşiyê can dane.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Lijneya Rûbirûbûna Vîrusa Koronayê çend biryarên nû da
05 rbn 2022
Kurdistan
Odeya Bazirganên Dihokê: Ji ber vîrusa koronayê bazirgan kelûpelên Çînê nakirin
05 sbt 2020
Koçber

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin