Li Deryaya Reş li keştiyeke xistin, kaptanê Tirkî birîndar bû

16 nîsan 2026 18:13

Rayedarên rûs ragihandin ku droneke ukraynî li Deryaya Reş êrîşî keştiyeke petrolê ya bi ala Lîberyayê kirine.

Li Deryaya Reş li keştiyeke xistin, kaptanê Tirkî birîndar bû
Foto: Arşiv (AA)

RûpelNews - Hat ragihandin ku kaptanê tirk ê keştiyê di êrîşa dronê de birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê.

Di heman demê de, rayedarên rûs û medyaya herêmî ragihandin ku Bendera Tuapse jî di êrîşên berfireh ên dronan de ku şevê pêk hatine, bûye armanc.

Hat ragihandin ku di êrîşan de du kesan, ku yek ji wan zarokekî 14 salî bû, jiyana xwe ji dest dane, heft kes birîndar bûne û li benderê şewateke mezin derketiye.

Digel ku şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de berdewam dike, berê jî tankerên petrolê li Deryaya Reş rastî êrîşan hatibûn.

Herî dawî, di 26ê Adarê de, êrîş li ser tankerekî tirkî yê ku petrolê ya xav vediguhast li nêzîkî Stenbolê hatibû kirin.