Li Dêrezorê komeke çekdaran êrîsî HSDê kir
PeyamaKurd - Komeke çekdaran li rojhilatê parêzgeha Dêrezorê êrîşî xaleke kontrolê ya hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirin.
Li gor çavkaniyên herêmî, şeva borî, li nêzîk pira bajarokê Bisêre li rojhilatê Dêrezorê, hejmareke çekdaran bi çekên otomatîkî êrîşî xaleke kontrolê HSDê kirin.
Heman çavkaniyan diyar kirin ku tê pêşbînîkirin ku ew çekdar ser bi Rêxistina DAÎŞê ve bin.
Her li rojhilatê Dêrezorê, du çekdarên ku li motorsîklekê siwar bûn, berpirsê sûtemeniyê ser bi Encûmena Sivîl a Dêrezorê ve li bajarokê el-Şihêl kuştin û kesekî ku ligel bû birîndar kirin.
Li bakurê Dêrezorê jî, çend tankerên neftê li navçeya el-Izbe şewitîne, lê heta niha sedemên wê bûyerê nehatine naskirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin