Li Dêrazor û Hûmsê 11 kes ji hêzên rejîma Sûriyê hatin kustin
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand, di encama şerê hêzên girêdayî rejîma Sûriyê û DAIŞê de, 11 çekdarên bi ser rejîmê ve hatin kuştin.
SOHRê diyar kir ku şerê DAIŞê yê li Dêrazorê û Hûmsê de, 6 endamên hêzên rêveberiya Şamê û komên alîgirên li herêma El-Sexna ya rojhilatê Humsê hatin kuştin û 5 jî li herêma çiyayê El-Beşerî yê başûrê bajarê Dêrazorê hatin kuştin.
Li gorî amarên dawî ji destpêka Adara 2019an heta roja niha hezar û 319 endamên hêzên rejîmê û çekdarên alîgirên wê yên ji Sûriyê û biyanî hatine kuştin ku ji wan du ji Rûsyayê, 145 jî ji komên alîgirên wê yên Îranê ne.
Herwiha SOHRê daye xuyakirin, 11 şivan, welatiyek, zarokek û du mêr jî di encama êrîşên DAIŞê yên li zeviyên gazê hatine kuştin û 733 jî çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin