Li Daqûqê ser di navbera hêzên Iraqê û çekdarên DAISê de derket
30 nîsan 2022 18:59
PeyamaKurd – Li çemê Roxane yê li sînorê qeza Daqûq a ser bi parêzgeha Kerkûkê, şer di navbera hêzên Iraqê û çekdarên DAIŞê de derket.
Li gor Qaymeqamê Daqûqê Luyis Fendî diyar kiriye: “Îro 30.04.2022yê hêzên Iraqê operasyoneke leşkerî li çemê Roxane ya li sînorê Daqûqê li dijî DAIŞê dane destpêkirin.”
Herwiha eşkere kir, operasyonên wiha ji aliyê hêzên Iraqê ve li sînorê Daqûqê gelek pêk tên, lê niha destkeftê operasyonên wan nebûye.
Di berdewamiyê de hat eşkerekirin, îro berî nîvro li çemê Roxane şer di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên Iraqê de pêk hatiye û heta niha jî şer berdewam dike, lê derbarê ziyanên canî yên wî şerî de zanyariyên bi hûrgilî nehatine belavkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Operasyona hevbes di navbera hêzên Pêsmerge û artêsa Iraqê de hat kirin
17 mjd 2024
Cîhan
Resûl: Kordînasyona navbera Pêsmerge û hêzên Iraqê xurt e
21 nsn 2024
Jiyan
Di navbera çekdarên Belûç û hêzên Îranê de pevçûn: Kustî û birîndar hene
13 mjd 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin