Li Dadgehên Diyarbekirê doz hatin pasdexistin

17 adar 2020 04:49
Li Dadgehên Diyarbekirê doz hatin pasdexistin

PeyamaKurd- Li Qesra Dadê ya Diyarbekirê bi sedema berlêgirtina koronavîrusê xebat tên dikin, qesrê paqij dikin, bi cîhazan agirê kesên ku diçin qesrê dipîvin, hetta xebatkarên ku diçin ciyê xebatê an ku xebatkarê qesra dadê bin, kontrola wan ya agir dikin.

Xebatkarên dezgeyên Qesra Dadê, eger di nav wan de kesên 65 salî hebin, jinên bi hemil hebin an jinên ku zarokên xwe dimêjînin hebin, bo 12 rojan îznê dane wan da tade nebînin.

Li dadgehên Diyarbekirê ji bilî dozên lezgîn, yên din tev hatine paşdexistin. Eger doz ecele be, bi rêya SEGBİS ê îfade tên sitendin.