Li Çomanê ji ber teqîna mînê du bira bi giranî birîndar bûn
25 gulan 2022 23:45
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li qezaya Çomanê ya Hewlêrê du birayên ku ji çinîna giya çûbûn Çiyayê Helgûrd mîneke çandî bi wan de teqiya.
Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mînan a Herêma Kurdistanê ragihand ku herdu birayên bi navên; , Ferhad û Yûsif Şêrzaddi encama teqîna mînê de bi giranî birîndar bûne û bo nexweşxaneyeke Hewlêrê hatine veguhestin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di dema rejîma Beas a Iraqê de, li gelek deverên Herêma Kurdistanê mîn hatibûn çandin ku tenê ji destpêka îsal ve 5 kes di encama teqîna wan mînan de birîndar bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Ji ber teqîna bombeyeke çandî 2 birayan can dan
19 hzr 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin