Li Colemêrgê 4 ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
12 tebax 2024 21:29
PeyamaKurd – Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê, li 4 herêmên cuda ji bo 4 rojan “herêma ewlehî ya taybet a demkî” hatin ragihandin.
Parêzgariya Colemêrgê ragihand, bi armanca “ewlehiya neteweyî, rêkxistina raya giştî û dabînkirina aramiyê, rêgirîkirina tawanan û parastina maf û azadiyên kesên din” li navenda Colemêrgê Girê Kuş, Girê Hirç, Girê Memê û quntarên Koç ji 12ê Tebaxa 2024an demjimêr 09:30 heta 15ê Tebaxa 2024an demjimêr 09:30an wekî “herêma ewlehiyê ya taybet a demkî” hatiye ragihandin.
Parêzgariryê ji xelkê deverê jî xwest ku ji bo ewlehiya can û malên xwe bê destûr neçin wan herêman.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Colemêrgê bo 15 rojan qedexe hatin ragihandin
17 brf 2020
Jiyan
Tirkiye | Qedexeyên roja hilbijartinan hatin ragihandin
21 brf 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin