Li Cizîrê kesekî bi kêrê hat kustin
01 sibat 2025 22:57
PeyamaKurd – Li navça Cizîrê ya bi ser bajarê Şirnex de, di navbera du grûban de pevçûn derket û di encamê de kesekî bi kêrê birîndar bû û li nexweşxanê can da.
Bûyer, li taxa Dağkapıyê li dora Medresa Sor qewimî û sedema pevçûna her dû grûban nehat zanîn. Piştî polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, birîndar Barış Nas (16) birin nexweşxana dewletê ya Cizîrê lê li nexweşxanê can da. Cesedê Nas şandin nexweşxana Şirnexê ji bo otopsiyê.
Polîs, li ser bûyerê 3 gumanbaran xist binçav û piştî îfadeyan, wan birin dadgehê. Dadgeh 2 kesan bi şertê kontrola edlî serbest berda û yek ji gumanbaran şand zîndanê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Semsûrê (Adiyaman) kesekî bi kêrê hat kustin
02 rbn 2024
Cîhan
Li Qoserê kesekî bi kêrê hat kustin
27 adr 2023
Jiyan
Li Fransayê kesekî bi kêrê hat kustin û 2 kes jî birîndar bûn
22 sbt 2025
Jiyan
Kurê jinê, ji aliyê zirbav de bi kêrê hat kustin
06 brf 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin