Li Çiyayê Garê teleferîk dê bê çêkirin
Li Çiyayê Garê ya Amediyê ya li Dûhokê projeya teleferîkê hat pesendkirin. Teleferîka ku li Garê dê bê çêkirin bi hevkariya kompaniya Kurd û Awistiryayî dê bê temamkirin.
RûpelNews - Rêveberê Giştî yê Veberhênana Dûhokê Dr.Heval Sadiq ragihand ku qonaxa amadekariyê ya projeya teleferîkê ku dê li çiyayê Garê herêma Amediyê were cîbicîkirin bi dawî bû.
Sadiq diyar kir ku ji bo projeyê budçeyeke 25 milyon dolarî hatiye veqetandin û ew ê wekî hevkariyeke hevpar a di navbera fîrmayeke Kurdî û yekî Awistirî de were meşandin. Li gor daxuyaniya Sadiq qonaxa yekem a projeyê dê di demek nêz de bi gihandina alav û makîneyên teknîkî yên pêwîst bo herêmê dest pê bike.
Maweya temamkirina projeyê ku ji du qonaxan pêk tê hat eşkerekirin. Tê plankirin ku qonaxa yekem salekê bidome, lê qonaxa duyem du salan bigire. Piştî bi giştî sê salan xebat, tê payîn ku projeya teleferîkê were temamkirin û ji gel re vebe.
Çiyayê Garê ku yek ji navendên herî girîng ên geştiyariya xwezayî yên Duhokê ye, her sal bi saya avhewaya xwe ya hênik a di havînê de û barîna berfê ya di zivistanê de, pêşwaziya bi hezaran geştiyarên navxweyî û biyanî dike.
