Li Çînê agir bi avahiya kompaniya Huaweiyê ket
PeyamaKurd - Li bajarê Dongguan ê bakurê Çînê, agir bi avahiya taqîgeha lêkolîna firotina pêwîstiyên kompaniya Huawei ya teknolojiyê ket û şewitî.
Li gor ajansa Reutersê ragihand, sê karmendên lêkolînê yên kompaniyê, di şewatê de can dane.
Di daxuyaniya Rêveberiya Agirkujiyê ya li nav bajarê Dongguan de hat diyarkirin, zêdetirî 50 wesayîtên agirkuj û 140 karmend di temirandina şewatê de beşdar bûn.
Heta niha sedema derketina şewatê nayê zanîn, lê li gor ajansa Reutersê êdî li avahiyê kar nayê kirin.
Taqîgeha lêkolînê ya Dongguan a kompaniya Huawei, depoya sereke ya hemû kelûpelên yedeg e ku li wir tora G5 dihate ceribandin.
Herwiha li gor agahiyan, ev taqîgeh beşek ji pîşesaziya Huawei ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin