Li cîhanê iPhone 17 Pro herî biha li Tirkiyeyê tê firotin
Li seranserê cîhanê mobile herî dawî ya Apple iPhone 17 Pro (256 GB), bi 2,222 euroyan, herî biha li Tirkiyeyê tê firotin. Li nav welatan heman berhem herî erzan li Japonya û Amerîkayê tê firotin.
RûpelNews - Lêçûna zêde ya ku ji bo modelên Pro yên herî bilind ên Apple tê dayîn, ji sala 2017an vir ve li seranserê Ewropayê bi awayekî berbiçav zêde bû. Bac û guherînên di rêjeyên danûstandinê de bûne sedema cudahiyên bihayê yên berbiçav di navbera welatan de.
Rapora 'Nexşeya Bihayê Cîhanê 2026' a ku ji aliyê Lêkolînên Deutsche Bankê ve hatiye amadekirin, bihayên cîhanî yên heman modela iPhone 17 Pro ya 256 GB dan ber hev. Lêkolînê eşkere kir ku, di nav 41 bazarên ku hatine şopandin de, Tirkiye bi ferqeke mezin welatê herî biha ye.
Li gorî raporê, iPhone 17 Pro, ku li Amerîkayê 1,012 euro (1,181 dolar) ye, li Tirkiyeyê bi 2,222 euro tê firotin.
Ev tê wê wateyê ku xerîdarên li Tirkiyeyê li gorî Amerîkayê ji sedî 119 zêdetir ango ji du qatan zêdetir didin.
Ji nav hemû welatên ku hatin vekolîn, Tirkiye yekane welat bû ku bihayê iPhone du qatê yê Amerîkayê bû.
Sê welatên herî biha yên di rêzbendiya cîhanî de wiha bûn:
Tirkiye: 2,222 euro
Brezîlya: 1,937 euro
Misir: 1,605 euro
Analîzeke li ser 40 bazarên cîhanê eşkere kir ku Japonya yekane bazar e ku iPhone 17 Pro lê ji ya li Amerîkayê bi bihayekî kêmtir tê firotin. Amûr li Japonyayê bi 961 euro (1,121 dolar) tê firotin.
