Li Çewlikê 2 otomobîl lihev ketin: 7 birîndar

05 berfanbar 2021 01:27
Li Çewlikê 2 otomobîl lihev ketin: 7 birîndar

PeyamaKurd – Li Çewlikê nêzî pira Abdullah Bazencir du otomobîl lihev ketin û di encamê de 7 kes birîndar bûn ku 2 ji wan rewşa wan xedare.

Li ser qezayê tîmên tendursitiyê, polîs û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Çewlikê. Navê birîndaran nehat ragihandin.