Li Cammu Kesmîra Hindistanê pevçûn derket: Leskerekî mir û 4 lesker birîndar bûn

05 gulan 2024 01:36
Li Cammu Kesmîra Hindistanê pevçûn derket: Leskerekî mir û 4 lesker birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Hindistanê ji ber pirsgirêkên ol û neteweyan nehatine şareserkirin, her roj li deverêkî Hindistanê şer û pevçûn dertê. Yek ji wan deveran jî pirsgirêka Cammu Keşmir e.

Li herêmê di navbera grûbên berxwedêr û leşkerên Hindistanê de şer derket û di encamê de leşkerekî mir û 4 leşker birîndar bûn. Fermandariya hêzên hewayî yê Hindistanê bûyerê piştrast kir.

Li gor fermandariyê; birîndaran ji deverê rakirine û dest bi xebatên lêgerîna grûbên serhildêr kirine. Fermandariya hêzên hewayî yê Hindistanê di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihand ku bûyer di wexta konwoya leşkerî li Cammu Keşmîrê li navça Punçê di rê de diçe, êrîşê konwoya leşkerî dikin.