Li Brukselê festîwala "Flowertime" ê destpêkir

16 tebax 2019 02:57
Li Brukselê festîwala "Flowertime" ê destpêkir

PeyamaKurd- Li payîtexta Belçîkayê li Brukselê festîwala çîçekan destpêkir. Bo hunera xwe ya gihandina an ku hilberîna cûrbicûr çîçekan nîşan bidin, ji her derê dinyayê hilberînerên çîçekan, çîçekên xwe yên herî baş hilanîn û hatin Brukselê. Navê festîwalê “Flowertime” e an ku “wexta çîçeka ye”.

Druksel di dinyayê de bi hilberîna çîçekan tê naskirin û hilberîna çîçekan li Belçîkayê çandeka bi salaye ku dewam dike.