Li Brîtanyayê helîkopter ket: Sê leşkeran canê xwe ji dest dan
Helîkoptereke Hêzên Deryayî yên Brîtanyayê di dema firîneke perwerdehiyê de li herêma Devonê ket û sê leşkeran canê xwe ji dest da.
RûpelNews - Piştî ku helîkoptera Merlîn Mk4 li herêma Sourton Down a nêzîkî Okehamptonê ket xizmetên hawarçûnê ji cihê bûyerê re hatin şandin. Hêza Deryayî ya Qraliyetê ragihand ku bûyer di dema rahênaneke perwerdehiyê de qewimiye.
Derbarê bûyerê de lêpirsînê da destpêkirin
Fermandarê Hêza Deryayî ya Qraliyetê General Sir Gwyn Jenkins, piştrast kir ku firokeya ketî li Bingeha Hêza Deryayî ya RNAS Yeovilton a li Somersetê bi cih bû û ragihand ku lêpirsînek li ser bûyerê hatiye destpêkirin.
Jenkins destnîşan kir ku qezayê di nav civaka deryayî de xemgîniyeke mezin çêkiriye.
Hat ragihandin ku malbatên leşkerên ku canê xwe ji dest dane hatine agahdarkirin, û bangek hate kirin ku rêz li nepeniya wan were girtin.
Şahbanû Kate Middleton a Walesê û Serokwezîr Sir Keir Starmer jî di peyamên ku weşandin de sersaxiyên xwe ji malbatên rehmetî re anîn ziman.
