Li Bexdayê mûsekek ji aliyê Balyozxaneya Amerîka hat xistin

05 tebax 2020 16:57
Li Bexdayê mûsekek ji aliyê Balyozxaneya Amerîka hat xistin

PeyamaKurd – Piştî kuştina Fermandarê Feyleqa Qudisê ya Supaya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî û Fermandarê Desteya Heşda Şeibî Ebumehdî Mohendis li Bexdayê ji aliyê Amerîka ve, di destpêka îsal de êrîşên li dijî binkeyên Amerîka li Iraqê zêde bûn.

Şeva borî Navçeya Kesk a Bexdayê bi mûşekeke Katyoşa hat armanckirin, lê sîstema berevaniya mûşekî ya Amerîka (C-RAM) ew mûşek xiste xwarê.

Li gor medyaya Iraqê belav kir, şeva borî Navçeya Kesk a Bexdayê bi mûşekeke Katyoşa hat armanckirin, lê ew mûşek ji aliyê sîstema berevaniya mûşekî ya Amerîka (C-RAM) ve hat şikandin û Balyozxaneya Amerîka ji zengilê agahdarî da.

Artêşa Iraqê dabû zanîn wan li nava Bexdayê dest danîne ser 7 mûşekên Katyoşa, ku berê wan ber bi Navçeya Kesk bû.

Bi giştî, ji meha Cotmeha 2019an ve û heta niha, zêdetir ji 30 êrîşî li cihên serbazî û dîplomasî yên Amerîka li Iraqê hatine kirin.