Li Bexdayê alîgir û çekdarên Hesda Seibî xwepêsandanek li dar xistin
02 rêbendan 2021 14:17
PeyamaKurd – Li Bexdayê, xwepêşandanek bi dirûşmên li dijî Amerîkayê, ji aliyê alîgir û çekdarên Heşda Şeibî ve hat lidarxistin.
Ji bo bîranîna kuştina Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis, bi sedan kesên alîgir û çekdarên Heşda Şeibî, li Bexdayê xwepêşandanek li dar xistin û dirûşmên li dijî Amerîkayê, bi bilindkirina wêneyên Suleymanî û Muhendis gotin.
Herwiha Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz û Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî jî beşdarî merasîma bîranîna Suleymanî û Muhendis bûn, ku do di 1ê Çileya 2021ê li paytexta Îranê bajarê Tehranê bi rê ve çû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
DAISê li Bexdayê êrîsî Hesda Seibî kir: 2 kustî, 4 birîndar
21 gln 2023
Jiyan
Hêzên ewlekariya Iraqê nehistin alîgirên Hesda Seibî bikevin Herêma Kesk
24 cot 2021
Cîhan
Çekdarên Hesda Seibî û ereban bi ser gundekî Kurd de girt
07 brf 2023
Cîhan
Ji Wezareta Pêsmerge daxuyaniya kiryara kirêt a çekdarên Hesda Seibî
24 trm 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin