Li Berlînê Revenda Kurdistanî hate damezirandin
PeyamaKurd - Li paytexta Almanya Berlînê ji aliyê Kurdên vî welatî ve Navenda Revenda Kurdistanî hate damezrandin.
Rayedarên Revenda Kurdistanî diyar kirin ku armanca wan ew e, Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê li hev bicivînin, ji bo Kurd û Kurdistanê lobiyeke bi kêr hatî saz bikin û pêşvebirina nifşê nû yê Kurdistanî û ji şiyanên wan sûd ji pêşveçûnên wan wergirtin e.
Revenda Kurdistanî li bajarê Berlînê bi serperiştiya Baregayê Barzanî navendeke Revenda Kurdistanî ji bo bajarên Berlînê û Brandborgê damezrand û desteyeke birêvebirinê ji Kurdistaniyên wî bajarî ji bo wî erkî hat hilbijartin.
Serokê Navenda Revenda Kurdistanî ya Berlînê Dr. Dilêr Dizeyî di derbarê armancên revendê de anî ziman ku damezrandina Navenda Revenda Kurdistanî bi mebesta pêkanîna lobiyek ku ji bo Kurdan e kar bike û ji bo pirsgirêka Kurd û Kurdistanê piştgiriya navneteweyî peyda bike.
Dr. Dilêr Dizeyî got: "Niha em dibînin li Kurdistanê gelek givaştin li ser me hene, divê em ji bo Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê li vê derê piştgiriyê bikin û destkeftiyên heyî biparêzin. Pareke nifşê nû yê Kurdên Ewropayê di mercên biyanistanê de hatine bişaftin. Revenda Kurdî xemê ji wê yekê dixwe ku ew nifş girêdayî nasname, ferheng û nirxên neteweya xwe bin, sûdê ji şiyanên xwe bistînin û piştgiriyê li Kurdan û Herêma Kurdistanê bikin."
Sikirtêrê Konfederasiyona Revenda Kurdistanî Kovan Amedî jî diyar kir ku sê nifşên nû yên Kurdan li Ewropayê çê bûne û mezin bûne û got: "Divê em wan fêrî ziman û ferheng û dîroka Kurd û Kurdistanê bikin. Divê ew ciwanên me bibin Kurd û di nav Ewropayîyan de neyên bişaftin û hişyarê kar û xebatê bin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin