Li ber otêla Trump, Tesla teqiya: Kesek mir û 7 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Tesla Cybertruck roja çarşemê li derveyê otêla Trump International Las Vegas teqiya û ajokar hat kuştin û 7 kes birîndar bûn.
FBIya Amerîkayê lêkolînê dike ka ew teqîn çalakiyeke terorîstî bû yan na.
Di wan dîmenan de ku ji aliyê şahidan ve li hundir û derveyê otêlê hatine tomarkirin, tê dîtin ku maşîneya ku li derveyî otêlê rawestiyaye teqiyaye û şewat belav bûye.
Bûyer piştî çend demjimêran bi ya piştî li New Orleansê pêk hatiye ku yekî bi kamyonekê ajotibû nav girseya sersalê û di encamê de 10 kesan can dabû.
Ajanê taybet ê FBI Jeremy Schwartz piştre ji rojnamevanan re gotiye ku hîn ne diyar e ka ew teqîn çalakiyeke terorîstî ye yan na.
Wî gotiye, “Ez dizanim ku her kes bi wê peyvê re eleqedar e û lê dinêre, ’Hey, em dikarin bibêjin ev êrîşeke terorîstî ye.’ Armanca me ev e û ya ku em hewl didin bikin, ew e ku em vê yekê piştrast bikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin