Li Belçîkayê navê kuçeyekê kirin ‘Kurdistan’
02 hezîran 2024 12:27
PeyamaKurd – Li welatê Belçîkayê bajarokê Herzele yê eyaleta Flanders navê kuçeyekê ‘Kurdistan’ hat danîn.
Di merasîma danîna nav de Şaredarê Herzele Johan Julia Emiel Dominick Van Tittelboom, Nûnerê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê yê Ewropayê Ebdulkerîm Omer û Serokê Enstîtuya Kurd a li Belçîkayê Derwîş Ferho beşdarî kirin.
Ebdulkerim Omer beriya merasîmê bal kişand ser dagirkirina Kurdistanê û komkujiyên li dijî kurdan hatine kirin.
Di merasîmê de perdeya li ser tabelaya ‘Kurdistan’ a kuçeyê hate rakirin û ev biryara Şaredariya Herzeleyê bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin.
Bajarokê Herzele ku navê Kurdistan li kuçeyeke wê hatiye danîn, li gorî serjimariya 2021ê 18 û 414 şênî lê dijîn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Xezzeyê navê "Kurdistan" li pitikek nûbûyî hat kirin
16 mjd 2025
Cîhan
Navê kesên meha Tebaxê li Efrînê hatine revandin hate eskere kirin
29 tbx 2024
Jiyan
Efrîn | Navê ‘Kurdistan’ yê jina Kurd kirin Gulistan
26 hzr 2019

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin