Li Bedlîsê 2 lesker jiyana xwe ji dest dan

03 gulan 2020 00:09
Li Bedlîsê 2 lesker jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd- Wezareta karên hundir ya Tirkiyê ragihand kul i bajarê Bedlîsê, li devera Sehî ya bi ser navenda bajêr de,di navbera leşkerên Tirkiyê û PKK ê de şer derketiye û di encamê de 2 çawîşên pispor jiyana xwe ji dest dane û 4 pispor jî sivik birîndar bûne.

Ji aliyê PKK ê çi zayîat heye nehat ragihandin lê di herêmê de operasyon dewam dikin.