Li Bedlîs û Batmanê hinek gund û tax hatin karantînakirin
07 nîsan 2020 20:00
PeyamaKurd - Li Bakurê Kurdistanê li Bedlîs û Batmanê hinek gund ji ber derketina tûşbûyên Covid-19 hatin karantînakirin.
Hat ragihandin ku li gundekî navçeya Sason a Batmanê bi fermana parêzgariyê karantînaya vîrusa koronayê dest pê kiriye.
Li gorî zanyariyan li gundê Ergun yê Sasonê ji ber tûşbûna kesekî bi vîrusa koronayê ku ji Stenbolê çûye Sasonê fermana karantînakirinê hat dayîn.
Herwiha li bajarê Bedlîsê navçeya Tetwanê jî hejmarek tax û gund hatine karantînakirin ku li wan deran jî tûşbûyên Covid-19 peyde bûne.
Deverên ku hatine karantînakirin ji çûnûhatinê re hatine qedexekirin û ji aliyê cendermeyan ve têne parastin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li 7 navçeyên Qersê û 2 navçeyên Batmanê rêyên 230 gundan hatin girtin
28 rbn 2024
Jiyan
Îsraîlê êrîsî gundewarên Samê kir: 13 kes hatin kustin
28 mjd 2025
Jiyan
Li herêma Varnava ya Yûnanîstanê 9 gund ji ber sewatê hatin valakirin
12 tbx 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin