Li bakûrê Helebê HSD û SMO li hev xistin: 5 endamên SOMO hatin kustin

30 tîrmeh 2023 03:21
Li bakûrê Helebê HSD û SMO li hev xistin: 5 endamên SOMO hatin kustin

PeyamaKurd – Li bakûrê Helebê li navça Til Rifetê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) artêşa Azad ya Sûriyê (SMO) de şer derket û di encamê de 5 kesên SMOyê hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn. Şer li ciyên di kontrola di bin grûbên bi desteka Tirkiyê de çêbû. Li Harbil, İmhuş, Mare û Kelcibrinê. Wezareta bergiriyê ya hukumeta demkî ya Sûriyê weha got:

“Vê sibê hêzên hukumetê bi desteka hêzên Rûsyayê grûbekî HSDê li Til Rifetê di heman wextê de êrîşê hêzên me kirin.”

HSDê heya niha ti ragihandinan nekiriye. Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan ya Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên rejîmê do bi şev li Helebê li gundê Kefer Eme noqta SMOyê bombe kiriye û di encamê de kesekî miriye.