Li bajaroka Babê ya jêr kontrola Tirkiyê teqîneke dijwar: Herî kêm 50 kustî û birîndar...
06 cotmeh 2020 20:12
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama teqînekê de, li bajaroka Babê ya dikeve rojhilatê Helebê, zêdetirî 50 kes hatin kuştin û birîndar kirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku otombîleke bombelêkirî li bajaroka Babê ya di destê Tirkiye û çekdarên opozîsyona Sûriyê de teqiya.
Di encama teqînê de 14 kes hatin kuştin û bi qasî 40 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên herêmê, ji ber birînên gelek birîndaran giran in, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.
Hêjayî gotinê ye, li herêmên jêr kontrola artêşa Tirkiye û komên çekdar gelek caran teqînên bi vî rengî rû didin ku rewşa ewlehiyê li wan deveran gelekî xirab e.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Sûriye | Li bajarê di bin kontrola Tirkiyê de teqîn: 30 kustî û birîndar
31 adr 2024
Cîhan
Li bendera Kocaelî ya Tirkiyê teqîneke mezin çêbû: Gelek birîndar hene
07 tbx 2023
Cîhan
Sûriye | Leskerekî Tirk li herêma di bin kontrola Tirkiyê de hat kustin
07 cot 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin