Li bajarê Tirkiyê di TIReke barhilgir de bi dehan koçberên kaçax hatin dîtin
PeyamaKurd – Bi dehan koçberên ku ji bo ji Tirkiyê bi kaçaxî derbasî welatên Ewropayê bibin, di rêya koçberiyê de yan tên girtin an jî di rê de ji ber şertên ne baş can didin.
Do di TIReke barhilgirên mezin a ji bajarê Agirî ber bi Stenbolê diçû, li devera Behra Reş li ser rêya bajarê Samsun û Orduyê ji aliye polîsan hat sekinandin û hat dîtin ku gelek koçber di TIRê de ji birçîna û têhna bêhal bûne. Hejmara koçberên di TIRê de 120 kes bû.
Piraniya van koçberan ji Afganistan û Pakistanê derbasî Îranê bûne û ji Îranê jî bi rêyên kaçaxî derbasî bakurê Kurdistanê bûne û berê xwe dane Stenbolê. Dema polîsa ew sekinandin, ji germa gelek ji wan ketîbûn erdê û wan hewl dida nefesekê bistînin ji bo ku bijîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin