Li bajarê Meletiyê di însaatê de vinç wergeriya: 3 mirî û 2 birîndar
10 îlon 2022 23:13
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Meletiyê li navça Yeşilyurtê li taxa Bostanbaşıyê di seha înşaatekî de vinç wergeriya û ket ser karkerên înşaatê. Di encamê de 3 karker jiyana xwe ji dest dan û 2 karker giran birîndar bûn. Sedema ketina an ku wergerandina vîncê diyar nîne. Karkerên bi navên Fatih Kızılkaya, Mesut Gündoğan û karkerekî ku navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan û 2 karker jî giran birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê, polis û îtfaiyê, çûn ciyê bûyerê. Birîndaran birin nexweşxaneyên cuda yên bajêr. Parêzgerê Meletiyê Hulusi Şahin û şaredarê Yeşilyurtê Mehmet Çınar çûn ciyê bûyerê û agahî sitendin. Lêpirsîna bûyerê dewam dike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li bajarê Meletiyê nînîbusekî wergeriya: 8 birîndar
08 sbt 2025
Kurdistan
Bajarê Meletiyê bende ye ku ji îxracata mismisan 750 milyon dolar pere bidestxin
21 tbx 2024
Magazîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin